Tîma Geverê Galatasaray têk bir
Di Super Lîg a Jinan de, tîma Geverê “Yuksekova Spor” bi têkbirina Galatasarayê bi 2-1 li mala xwe serkeftineke berbiçav bi dest xist.
RûpelNews - Di maçeke ji gera 19an a Super Lîg a Futbola Jinan de ku ji nû ve hatibû destnîşankirin, Yuksekova Spor li mala xwe pêşwaziya Galatasaray GAIN kir. Maç a ku li Stadyuma Navçeya Şemzînanê hate lîstin, bi serkeftineke 2-1 ji bo tîma malxwê bi dawî bû.
Golên ku serkeftin ji bo Yuksekova Spor misoger kirin, ji aliyê Princella Adubea di xuleka 35an de û Maiko Bebia ji xala penaltiyê di xuleka 63an de hatin tomarkirin. Yekane gola Galatasarayê ji aliyê Marta ve di xuleka 59an de hate tomarkirin.
Piştî vê encamê, Galatasaray, tevî ku maçeke wê maye, bi 61 pûanan cihê xwe yê duyemîn di lîgê de parast. Di heman demê de, Yuksekova Spor bi 44 pûanan di rêza 7emîn de cih digire.
Di dora bê ya lîgê de, Galatasaray dê li mala xwe mazûvaniya Fenerbahçeyê bike. Di heman demê de, Yuksekova Spor dê li qada xwe pêşbirkê li hember Hakkarigucu bike.
