Rêveberiya Xweser alaya nû ya Sûriyeyê pejirand: Wê li herêmên xweser bê hildan

12 berfanbar 2024 19:00
Rêveberiya Xweser alaya nû ya Sûriyeyê pejirand: Wê li herêmên xweser bê hildan

PeyamaKurd – Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ragihand ku alaya Sûriyeyê wê li herêmên xweser bê hildan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” beşek ji erdîngariya Sûriyeyê ye û niştecihên wê pêkhateyên resen ên herêmê ne, loma ew biryar dide ku alaya Sûriyeyê li herêmên xwe hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê vê biryarê de daxuyeniyek da.

Daxuyanî weha ye:

“Ji ber bidawîbûna serdema zordarî û stemkariyê ya ku rejîma Sûriyeyê zêdetirî 60 salan li ser xelkê ferz kiriye û gel ji ber zilm, paşguhkirin û înkarkirinê êş kişandibû, gelê Sûriyeyê serkeftina xwe ya têkbirina vê rejîma neheq pîroz dike.

Ji ber van guherînên dîrokî, alaya serxwebûnê ya bi sê rengên xwe: Kesk, spî, reş û 3 stêrkên sor wekî sembola merheleya nû derdikeve pêş ku hêviya azadî, rûmet û yekîtiya nîştimanî ya gelê Sûriyeyê îfade dike.

Li ser vê bingehê, herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji vê erdîngariya Sûriyeyê ye.

Ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên resen ên Sûriyeyê ne, Meclisa Gelan a Demokratîk biryara dide ku li hemû meclis, sazî û rêveberiyên Rêveberiya Xweser ên li hemû kantonên herêmê alaya Sûriyeyê hilde.

Meclisa Gelan a Demokratîk pabendbûna xwe bi nûnertiya daxwazên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê û xebata ji bo xurtkirina yekîtiya nîştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de ya li ser bingehên edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de tekez dike.”