Resnivîsa li ser zarokan ji aliyê Rêveberiya Xweser hat pejirandin
PeyamaKurd – Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di civîna xwe ya 45emîn de, reşnivîsa derbarê zarokan de pejirand.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li Reqqayê do civîna xwe ya 45emîn pêk anî.
Hat zanîn ku di civînê de Endamên meclisên giştî û meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên sivîl û xweser û Nivîsgeha Parastina Zarokan amade bûn.
Li gor zanyariyan, piştî nirxandina rewşa siyasî û êrîşên dewleta Tirk, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman reşnivîsa qanûna zarokan ji meclisê re pêşkeş kir û endamên meclîsê derbarê reşnivîsê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û li gorî wê hin guhertin tê de çêkirin û reşnivîs hat pejirandin.
Reşnivîsa ji 7 beşan û 85 xalên girêdayî parastina zarokan, ceza û mafên çandî û perwerdê pêk tê, ji do ve ket piratîkê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin