Qubad Talebanî: Herêma Kurdistanê ne beşek ji pevçûnê ye
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku ew ne beşek ji pevçûna herêmî ya heyî ne û dê bêalî bimînin.
RûpelNews - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro li Silêmaniyê bi Komîteya Ewlehiyê re civînek li dar xist. Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir jî beşdarî civînê bû.
Piştî civînê, Talebanî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got:
"Herêma Kurdistana Îraqê ne beşek ji pevçûna herêmî ya heyî ye û bi biryar e ku bêalîbûna xwe biparêze. Lêbelê, ji ber şert û mercên awarte, ez bi Komîteya Ewlehiyê ya parêzgeha Silêmaniyê re civiyam da ku piştrast bibim ku hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya giştî û misogerkirina ewlehiya can û mal û milkê welatiyên me tên girtin."
Metirsiya li herêmê
Li seranserê Rojhilata Navîn ji ber êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatine destpêkirin û êrîşên tolhildanê yên Îranê metirsî zêde bûye.
Îran bi mûşek û dronan baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li nêzî Hewlêrê û balafirgeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ên li herêmê dike armanc.
The Kurdistan Region of Iraq is not part of the current regional conflict and remains committed to neutrality. However, given the extraordinary circumstances, I met with the Security Committee of Slemani province to ensure all necessary measures are taken to protect public safety… pic.twitter.com/aTWd5XpEa9
— Qubad Talabani (@qubadjt) March 4, 2026
