Qubad Talabanî ji bo konferanseke navdewletî serdana Estonyayê dike

21 gulan 2019 15:12
Qubad Talabanî ji bo konferanseke navdewletî serdana Estonyayê dike

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ji bo beşdarî konferenseka navdewletî ya li ser hukimdariya elektironî bibe, bi serokatiya şandeke hikûmetê, gihîşt paytexta Estonyayê Talînê. Talabanî  li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê weke mêvanê sereke beşdarî konferansê dibe.

KONFERENSA NAVDEWLETÎ YE LI SER HUKIMDARIYA ELEKTRONÎ

Li gor zanyariyên berpirsê ofîsa rojnamveniyê yê Cîgirê Serokwezîr, Talabanî ev pêncemîn konferensa navdewletî ye li ser hukimdariya elektironî û dê du rojan (21-22 gûlanê) bi beşdariya zêdetir ji 100 welatan berdewam be.

'ARMANCÊN HEVBERŞ Û NEXŞERÊYÊN CUDA'

Konferens taybet e bi hukimdariya elektironî li jêr dûrîşmê (armancên hevbeş û nexşerêyên cuda) dest bi karê xwe bike, ji bilî serokomarê Estonyayê, şandeyên balayên welatan û berprisên navdewletî û cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî amade dibin.

Li gor hatiye pilan kirin Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê di panelekê da beşdar be û dê li ser xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê bielektironîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê da  behis bike.