Sandeke Encûmena Asayisa Navdewletî sibê serdana Iraqê dike
28 hezîran 2019 17:54
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand, şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî di çaçroveya pêngavên ji bo piştgiriya Iraqê de sibe serdana Bexdayê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de aşkere kir, sibe şemiyê (29ê Hezîrana 2019an) şandeke Encûmena Asayişa Navdewletî ya girêdayî Netewên Yekbûyî (NY) serdana Iraqê dike û dê li gel berpirsên wî welatî bicive.
Ehmed Sehaf herwiha diyar kir ku serdana vê şanda Encûmena Asayişa Navdewletî bo Bexdayê di çarçoveya pêngavên piştevanîkirina Iraqê de ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, serdana vê şanda navdewletî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê tê kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokatiya Encûmena Asayisa Navdewletî derbasî Rûsyayê bû!
01 nsn 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin