Qubad Talabanî: Ji bo hikûmetê mercê me şirîkatiya hevbeş e

10 gulan 2026 22:17

 Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, derbarê pêvajoya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de daxuyaniyên girîng da. Talabanî diyar kir ku ew wek Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo her du bijardeyan; çi dubarekirina hilbijartinan be, çi jî pêkanîna kabîneya dehem, amade ne.

Qubad Talabanî: Ji bo hikûmetê mercê me şirîkatiya hevbeş e

RûpelNews - Roja Yekşemê, 10ê Gulana 2026an, Qubad Talabanî ji rojnamevanan re axivî û nîgeraniya xwe ya li ser dirêjbûna pêvajoya pêkanîna hikûmetê anî ziman. Talabanî got: "Em dilteng in ku ev pêvajo ewqas dirêj bû. Em ji roja yekem ve ligel wê yekê bûn ku hikûmet zû bê avakirin. Niha jî em di wê baweriyê de ne ku divê hikûmetek wiha bê pêkhatin ku di berjewendiya hemû komên gelê Kurdistanê de be."

Talabanî derbarê mercên beşdarbûna hikûmetê de destnîşan kir ku divê hikûmeta bê, xizmetê ji bo hemû parêzgeh, navçe, îdareyên serbixwe û gundan bike û got: "Divê hikûmetek be ku tê de YNK şirîkê hevbeş û aktîf be."

"Em ji bo diyalogê amade ne"

Cîgirê Serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku deriyên wan ji bo gotûbêjan vekirî ne û wiha berdewam kir: "Em amade ne bi aliyan re bicivin. Me tu carî nehîştiye ku rewşên siyasî, çi di berjewendiya me de bin çi ne, bandorê li ser helwesta me ya ji bo pêkanîna hikûmetê bikin. Daxwaza me ya ji bo hevkariyeke rast, rêyeke rast e. Destpêkirina diyalogan gava nîşaneke baş e û em amade ne."

Rewşa azadiya ragihandinê li Silêmaniyê

Talabanî di daxuyaniya xwe de behsa azadiya çapemeniyê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî kir û iddia kir ku li herêmê azadiya rojnamegeran heye. Talabanî got: "Dibe ku carinan hin binpêkirin çêbibin, lê civaka sivîl, rewşenbîr û medyakaran li vir bi hêz in. Di navbera desthilat û xelkê Silêmaniyê de têkiliyeke saxlem heye."

Herî dawî, derbarê derbasbûna salek û şeş meh li ser hilbijartinên parlamenê re, Qubad Talabanî tekez kir: "Çi hilbijartin bên dubarekirin, çi jî kabîneya dehem bê avakirin; em ji bo her duyan jî amade ne."