Qeter û Siûdiyê ji bo sînorên di navbera xwe de vekin li hev kirin

05 rêbendan 2021 17:31
Qeter û Siûdiyê ji bo sînorên di navbera xwe de vekin li hev kirin

PeyamaKurd – Qeter û Siûdiyê ji bo sînorên esmanî, deryayî û bejayî yên di navbera xwe de vekin, li hev kirin.

Wezîrê Derve yê Kuwêytê Ehmed Subah di peyameke vîdyoyî de diyar kiriye, Şêx Newaf Subah Mîrê Kuwêytê bi rêya pêwendiya telefonî re, bi cuda li gel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed û Şazadeyê Cînişîn ê Siûdiyê Şahzade Mihemed bin Selman axiviye, ji bo amadekirina daxuyaniya Lûtkeya Kendavê ku îro tê lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Kuwêytê daye zanîn, her du alî Qeter û Siûdiye rêkeftine ku dest bi gotûbêjên bingehîn bikin ji bo çareserkirina hemû nakokiyên xwe.

Îro Sêşemê Lûtkeya 41mîn a Encûmena Alîkariya Kendavê li Siûdiyê tê lidarxistin û Şêx Temîm bin Hemed Mîrê Qeterê jî bo civînê hatiye vexwendin.

Herweha Şahzadeyê Siûdiyê Mihemed bin Selman destnîşan kiriye, welatê wî dixwaze berjewendiya welatên endamên wê encûmen bixe pêş her tiştekî din.

Erebistana Siûdiyê, zêdetirî sê salan e Qeter dorpêç kiriye û sînorên xwe yên bejayî, esmanî û deryayî li hember wî welatî girtiye.