Di navbera Qeter û Kurdistanê de tîmen hevbes ên veberhênan û bazirganî têne avakirin

16 sibat 2022 20:34
Di navbera Qeter û Kurdistanê de tîmen hevbes ên veberhênan û bazirganî têne avakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di civînên îro 16ê Sibatê yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Mîrê Qeterê û Serokwezîrê Qeterê de, biryar hatiye dayîn ji bo rêkeftinên bazirganî û veberhênê tîmên hevbeş li tevahiya sektoran bêne avakirin.

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ku ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Qeterê ye ji K24ê re ragihandiye, di civînên îro yên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Qeterê de, behs li pêşvebirina zêdetir di sektorên aborî, bazirganî, pêşesazî çandinî û veberhênanê de hatin kirin.

Dara Reşîd got: “Berpirsên Qeterê gelekî bi germî pêşwazî li me kirin û Mîrê Qeterê û Serokwezîrê wî welatî bi wan xweş e ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, bi taybet di warê neft û gaza xwezayî de.”

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê da zanîn, berpirsên pilebilind ên Qeterê daxwaz kirin tîm bêne avakirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da di hemû sektoran de tîmên hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de bêne avakirin.

Dara Reşîd ragihand: “Mîrê Qeterê di civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, tekezî li wê kir ku ew dixwazin rêkeftin li ser veberhênanê di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de bê kirin û bikeve warê cibicîkirinê.”

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê, di civînên ligel desthilatdarên Qeterê de derbarê rewşa Iraq û pêkanîna hikûmetê de, me tekez kir ku em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aramiya Iraqê re ne.