Civîna lûtkeya Xezzeyê ya di navbera rêberên Qeter û Îmaratê de
PeyamaKurd – Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Mihemed Bin Zayid Al Nahyan mijarên kêmkirina rageşiya li Filistînê û parastina sivîlan gotûbêj kirin.
Al Sanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku hevdîtinên wî yên bi Al Nahyan re li ser eksena geşedanên li ser xaka Filistînê û ji bo rawestandina êrîşa li ser Xezzeyê pêwîstî bi xurtkirina hewldanan e.
Herwiha diyar kir, wan li ser girîngiya rola xwe ya mirovî di vekirina korîdorên ewle û gihandina alîkariyên mirovî ji sivîlan re hevfikir in.
Li ser agirbestê li hev kirin
Li gorî nûçeya WAM a ajansa nûçeyan a Îmaratê, di hevdîtinê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê demildest agirbest li Şerîda Xezzeyê were danîn da ku alîkariyên mirovî bi mekanîzmayên ewle û domdar bigihîn herêmê.
Rêberên her du welatan tekezî li ser girîngiya danîna têgihiştineke zelal kirin ji bo rêgirtin li ber berfirehbûna çerxa tundûtûjiyê û zêdekirina aloziyan û nehiştina qeyranên mirovî yên zêdetir li navçeyê û bidestxistina aştiyeke mayînde, dadmend û giştgîr.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin