Civîna Rojava di navbera Fransa û Tirkiyê de
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Fransayê Lecornu li ser telefonê bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar re axivî û destnîşan kir ku her mudaxeleya leşkerî ya li ser Rojava xetereya têkbirina îstiqrarê heye.
Lecornu dilgiraniya xwe ya ji bo êrîşên li ser Tirkiyeyê anî ziman.
Di hevdîtinê de operasyona muhtemel a Tirkiyeyê ya li ser Rojava jî hat axaftin, Wezîrê Fransî diyar kir ku rewşeke wiha wê aloziyê li herêmê zêde bike û pêşketinên ku di nava çend salan de ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de bi dest bixin, wê di nava çend salan de bikevin xeterê.
Lecornu hişyarî da, bi taybetî destwerdana li Rojava dibe sedema têkbirina îstiqrarê û destnîşan kir ev rewş wê ewlehiya personelên Koalîsyonê yên ku li Rojava û Sûriyeyê tevdigerin bixe xeterê û cesaretê bide reva çeteyên DAIŞê.
Herwiha Wezîrê Fransî pabendbûna welatê xwe bi erkê "têkoşîna dijî terorê" dûpat kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin