Li Colemêrgê di navbera Îran û Tirkiyê de civîna ewlekariyê

20 rêbendan 2019 01:30
Li Colemêrgê di navbera Îran û Tirkiyê de civîna ewlekariyê

PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê îro 19ê Çile di navbera şandên Îran û Tirkiyê de civîneke ewlekariya sînor hat lidarxistin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku şanda Îranê ya bi seroktiya parêzgarê Urmiyê Alireza Molla Mohammadizade bi şanda Tirkiyê ya bi seroktiya parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik re civiyaye û di civîna li Deriyê Sînor ê Esendereyê derbarê ewlekariya sînor de bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku civînên komîteyên ewlekariya sînor di navbera Tirkiye-Îranê de bi berdewamî pêk tên û hat diyarkirin, di civînê pirsgirêkên bazirganiya sînor û çareseriya wan hatiye gotûbêjkirin û prtokolek hatiye îmzekirin.