Sêwrên siyasî yên navbera Îran û Tirkiyê temam bûn

09 cotmeh 2021 02:23
Sêwrên siyasî yên navbera Îran û Tirkiyê temam bûn

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku şêwrên siyasî yên navbera Îran û Tirkiyê yên quqolî, yên li ser Sûriyê, Afxanistan, Qafqasya û Yemenê, yên li ser herêmê û navdewletî qediyan.

Wezaret, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku heyetên her dû welatan di nav hevde îstîşareyan kirine û heyeta Tirkiyê di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Sedat Ünal û heyeta Îranê di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Alî Bagerî Kenî de li Ankara hatiye kirin. Di parvekirina di ser medya civakî de weha hat gotin:

“Di îstîşareyan de, li ser têkiliyên her dû dewletan, di serî de li ser Sûriye, Afxanistan, Qafqasya û Yemenê û her weha li ser meseleyên herêmî û pêşdeçûnên navdewletî her dû teref danûstendinan kirine.”