Tirkiyê Îran û Pakistanê biryar dan xeta trênê ya navbera xwe de çalak bikin
PeyamaKurd – Tirkiyê, Îran û Pakistanê biryar dan, xeta trênê ya bajarên Stenbol, Tehran û Îslamabadê digihîne hev çalak bikin.
Projeya girêdana xeta trênê ya di navbera Stenbol-Tehran-Îslamabadê (ITI) de, ji aliyê Rêxistina Hevkariya Aborî ve hatiye wergirtin, ku her sê welat jî tê de endam in.
Armanca projeyê ew e ku bi rêyeke hesinî ya bi dirêjiya 6 hezar û 500 kilometreyî, wan her sê welatan bigihîne hev. Danasîna vê projeyê di sala 2009an de hatibû kirin.
Li gorî pispor didin zanîn, projeya ITI dê pêwendî û gihandina di navbera welatan de bihêz bike û geştyariyê hêsan bike.
Geştyariya deryayî di navbera Stenbol û Îslamabad de bi rêya deryayê, niha 21 rojan dirêj dike. Lê eger bi rêya vê xeta trênê be, wê dakeve 11 rojan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin