Îran û Tirkiyê biryara operasyonên hevbes li hember PKKê dan
09 îlon 2020 15:12
PeyamaKurd – Di civîna Encûmena Hevkariya Tirkî – Îranê de, biryara oprasyonên hevbeş li navçeyên sînorî li dijî hêzên PKKê bikin hat stendin.
Civîna Encûmena Hevkariya Tirkî – Îranî, bi rêveberiya Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, bi awayê vîdyokonferansê hat lidarxistin.
Li gor daxuyaniya dawiyê ya civînê, di derbarê pêwendiyên herdu aliyan û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên navçeyê, guftûgo hatin kirin.
Herwiha hat ragihandin, hebûna PKKê li navçeyên sînorî hatin guftûgokirin û biryar hat dayîn, herdu alî bi hevbeşî dest bi operasyonekê li navçeyên sînorî li dijî PKK, PJAK û komên din ên ser bi PKKê ve bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Amerîkayê bertek ji êrîs û operasyonên Îran û Tirkiyê re nîsan da
25 cot 2022
Jiyan
Ji Rûsya, Îran û Tirkiyê daxuyaniya hevbes a Sûriyê
08 trm 2021
Jiyan
Rûsya: Em bi Tirkiyê re li Sûriyê operasyonên hevbes pêk tînin
29 trm 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin