Lûtkeya Davosê, pistî navbera 2 salan dest pê dike
PeyamaKurd-Lûtkeya Davosê ya Forûma Aboriyê ya Cîhanî (WEF), bi mijarên Ukrayna, aborî û qeyrana avhewayê dest pê dike. Hat ragihandin ku lûtke îsal di navbera 22 û 26ê Gulanê de tê rêvebirin. Li gorî agahiyên hatin belavkirin, îsal bangî delegasyona Rûsyayê nehatiye kirin.
Piştî navbera 2 salan a ji ber şewba Covid-19ê, Lûtkeya Davosê ya Forûma Aboriyê ya Cîhanî dê îsal di vê meha Gulanê de were rêvebirin. Yek ji damezirînerên Lûtkeya Davosê, Klaus Schwab ragihand ku lûtke di demeke gelek girîng de dest pê dike. Klaus Schwab di axaftina xwe de got ku ‘Em ê di pirtûkên dîrokê de piştî Şerê duyemîn ê Cîhanê, êrîşa Rûsyayê wekî hilweşîna Rûsyayê bibînin.” Schwab da zanîn ku ji bo ji nû ve avakirina Ukraynayê, ew ê li Davosê serî li hemû rêyan bê dayîn.
Her çiqas mijara Ukraynayê wekî xala sereke be jî dê di lûtkeyê de mijarên veguherîna avhewayê, zêdebûna bê serûber a buhayên enerjiyê, qeyrana gerdûnî ya xurekan, newekheviya zayendî, futbol û Metaverseyê jî werin nirxandin.
Lûtkeya Davosê, ji sala 1971an û bi vir ve ye, her sal di meha Rêbendanê de tê pergalkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin