'Qesabê Bosnayê' Ratko Mladiç mir

27 tebax 2026 19:07

Fermandarê berê yê Sirbî yê ku wekî 'Qesabê Bosnayê' dihat nasîn Ratko Mladiç mir. Mladiç ku 16 salan xwe veşartibû, yek ji berpirsên kuştina 8 hezar kesan dihat dîtin.

'Qesabê Bosnayê' Ratko Mladiç mir

RûpelNews - Ratko Mladiç, fermandarê Sirbî yê ku ji ber sûcên di dema şerê Bosnayê de kiribûn û wek 'Qesabê Bosnayê' dihat naskirin di 83 saliya xwe de mir.

Mirinê Mladiç ji aliyê medyaya dewletê ya Sirbistanê ve hat ragihandin.

Mladiç yek ji sûcdarên jenosîda li Srebrenîtsayê bû ku tê da nêzîkî 8 hezar mêr û kurên Boşnakî hatin kuştin.

Mladiç di 26ê Gulana 2011an de piştî nêzîkî 16 salan xwe veşartibû, li gundekî li bakurê Belgradê, paytexta Sirbistanê, hate girtin.

Mladiç di sala 2017an de li dadgeha navneteweyî ya ku li Laheyê hatibû damezrandin, bi tohmetên "jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer" hate darizandin û cezayê hepsa heta hetayê lê hat birîn.