'Li Bosnayê penaberekî ji Hewlêrê bi îskenceya polîsan hat kustin'

03 gulan 2020 11:57
'Li Bosnayê penaberekî ji Hewlêrê bi îskenceya polîsan hat kustin'

PeyamaKurd - Li gorî zanyariyan li Bosnayê penaberekî ji Hewlêrê li kampeke penaberan ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Rojnamevan û çalakvanê kurd Piştîvan Caf ê ku li Yûnanistanê ye û li ser penaberên kurd raportan belav dike, li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye ku penaberekî kurd li kampeke penaberan li Bosnayê ji aliyê polîsên parastina kampê ve bi îşkencê hatiye kuştin.

Piştîvan Caf bêyî ku navê wî penaberî eşkere bike dibêje, ew penaberê kurd xelkê bajarê Hewlêrê ye, lê sedema kuştina wî nayê zanîn.