Qatilê rêveberê HUDA-PAR a Edeneyê hate desteserkirin
PeyamaKurd – Kesê ku duh bi satorê êrîşî ser Serokatiya Şaxa Edeneyê ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) kiribû û bûbû sedema candana Sekreterê Bajêr ê partiyê Sacît Pîşgîn û birîndarkirina Serokê Bajêr Salîh Demîr, di kamerayên ewlehiyê yên partiyê de hate tespîtkirin û piştre jî ji aliyê polîsan ve hate destserkirin.
Duh 22yê Tîrmehê li Serokatiya Şaxa Edeneyê ya HUDA-PARê ya Taxa Turkocagi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê kesê bi navê A.S. yê 72 salî êrîşî Salih Demir û Sacit Pişgin kir.
Salîh Demîr û Sacit Pişgin bi birîndarî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê hatin veguhestin û Sacît Pîşgîn tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.
Hate zanîn ku kêliye êrîşê di kameraya ewlehiyê ya avahiya HUDAPARê de hatiye tomarkirin û piştî demekê jî êrîşkar A.S. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Li aliyê din tedawiya Salih Demîr li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajêr a Edeneyê dewam dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin