Huda Kaya li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin

01 mijdar 2023 23:33
Huda Kaya li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin

PeyamaKurd - Parlamentera berê ya HDPê ya Stenbolê Huda Kaya, dema dixwest ji bo bernameyekê biçe derveyî welat li Balafirxaneya Stenbolê ya Tirkiyê hate binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye vekirin de, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li Balafirgeha Stenbolê hate desteserkirin.

Hate zanîn ku Huda Kaya bi îdiaya “beşdarî civîn û meşa neyasayî bûye, tevî hişyarî û bikaranîna hêzê ji bo belavbûnê li ber xwe daye” lêpirsîn hatiye vekirin.

Parêzerê Huda Kaya, Zîlan Leventoglu ragihand, derbarê Huda Kayayê de “biryara firariyê” hatiye dayîn, lê belê kaya beriya niha tevî ku li navnîşana xwe bûye û ji îfadeyê nereviyaye jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn ku ev ne biryareke hiqûqî ye.