AA: Rêveberê Tûgaya Dêrikê ya YPGê hate kustin
PeyamaKurd – Di operasyona ji aliyê MÎTê ve li Rojava hat lidarxistin de, fermandarê YPGê yê Dêrikê Muhammed Azo jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya AAyê, li ser çavkaniyên ewlehiyê Muhammed Azo yê bi kodnavê "Şiblî Dêrik" di operasyona ku ji aliyê MÎTê ve li Rojava hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest da.
Azo yê par bû hedefa MÎTê û ji birîndaran sax ma, ji aliyê PKKê ve ji bo dermankirinê şandin derve.
MÎTê piştî hate diyarkirin ku Azo vegeriyaye bajarê Dêrikê yê Rojava çalakî li dar xist.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Muhammed Azo dema ku weke efserê Tûgaya YPGê wezîfe dikir, berpirsyarê koordînasyona tetbîqata hevpar a 7ê Îlona 2022an a li Dêrikê bû û bi Amerîkayê re 250 endamên YPGê beşdar bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin