Pûtîn û Erdogan li Astana dicivin: Yek ji mijara rojevê asayîkirina lihevhatina Enqere û Samê ye
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn li Astanayê dicivin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan 10ê Hezîranê li Moskowê ji aliyê Pûtîn ve hatibû pêşwazîkirin û yekem car ji aliyê Pûtîn ve hatibû ragihandin ku dê li Astanayê bi Erdogan re bicivin.
Li gorî zanyariyan, mijarên sereke yên hevdîtina Erdogan û Pûtîn asayîkirina pêwendiyên Şam-Enqerê, rewşa giştî ya Sûriyê, şerê Ukrayna û çend mijarên din in.
Serokên dewlet û hikûmetên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ku Tirkiye şirîkê wê yê diyalogê ye, di navbera 3-4ê Tîrmehê de li Qazaxistanê dicivin.
Di pêvajoya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de di rojên dawî de peyamên nermbûnê tên ku piştî peyama Beşar Esed a di hevdîtina bi Nûnerê Taybet ê Pûtîn Aleksander Lavrentiev re, Erdogan jî peyamên nêzîkbûnê dan.
Hêjayî gotinê ye, Erdogan cara ewil 15-16ê Îlona 2022yan beşdarî Civîna Rêxistina Hevkariya Şangayê bûbû ku wek Şangay Pênc jî tê binavkirin.
Herwiha Erdogan piştî Astanayê wê biçe Azerbaycanê û beşdarî Civîna nefermî ya Serokên Dewletan ên Rêxistina Dewletên Tirk ku di 5-6ê Tîrmehê li Şûşayê tê lidarxistin dibe.
Li gorî çavkaniyên Tirkiyê, wê mijarên wekî şandina gaza Xezerê ya ji bo Rojava bi rêya Tirkiyê, zêdekirina çalakiyên bazirganiyê û gavên normalîzekirina herêmê piştî operasyona duyemîn a Qerebaxê werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin