Erdogan bi Pûtîn re axivî û daxwazek jê kir!
02 mijdar 2022 00:25
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro Sêşemê di pêwendiyeke telefonî de, li ser hilawistina peymana Stenbolê ya vekirina korîdora zadê Ukraynayê û krîza xurekê axivîn.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê eşkere kir ku herdu serok li ser mijara hilawistina korîdora zad axivî ne û diyar kir, Serokomarê Tirkiyê ji Pûtîn daxwaz kiriye, krîza zad bi nêzîkatiyeke çêker çareser bikin û gavên vegera li danûstandinê teşwîq bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku di pêwendiya telefonî de, Erdogan gotiye, ji bo çareserkirina kêşeya bicihanîna rêkeftina Stenbolê ew dê hewldanên xwe bi hemû aliyan re berdewam bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Erdogan li Mêrdînê axivî: CHP dijminê Kurdan e!
20 brf 2024
Jiyan
Pûtîn û Erdogan li ser plana Trump axivîn: Dikare bibe bingeha astiyê
24 mjd 2025
Jiyan
Erdogan û Pûtîn li ser ‘meseleyên dinyayê’ axivîn
07 cot 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin