Erdogan û Bahçeli li hev dicivin: Mijar yasaya çarçove ye

06 tebax 2026 12:49

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro bi Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli re dê bicive. Tê payîn ku pêşnûmaqanûna bo pêvajoya aştiyê di civînê de wê were gotûbêjkirin.

Erdogan û Bahçeli li hev dicivin: Mijar yasaya çarçove ye

RûpelNews - Serokê Ragihandinê yê Tirkiyeyê Burhanettin Duran ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan dê li qesra Beştepeyê pêşwaziya Rêberê MHPê Devlet Bahçeli bike. Hat diyarkirin ku civîn di saet 14:00an de dest pê bike.

Tê payîn ku di hevdîtinê de "Pêşnûmaya Yasaya Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" were gotûbêjkirin ku wekî beşek ji pêvajoya fesihkirina PKKê hatiye amadekirin û duh pêşkêşî parlementoyê hat kirin.

Civîna dawî di 30ê Nîsanê de bû

Civîna dawî ya di navbera Erdoğan û Bahçeli de di 30ê Nîsanê de saet di 17.30an de pêk hatibû.  Civîna ku li Koşka Serokomariyê ji medyayê re girtî hatibû lidarxistin, nêzîkî 50 deqeyan dom kiribû.