Pûtîn û Erdogan derketin ber çapemeniyê

24 rêbendan 2019 00:57
Pûtîn û Erdogan derketin ber çapemeniyê

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan bo seredana fermî çû Rûsyayê û di serokê Rûsyayê bi Vladimir Putin re hevdîtineka nêzî 2 sietan kir. Piştî hevdîtina heyetan her dû serokên dewletan derketin ber çapemeniyê.

Putin di axaftina xwe ya bo çapemeniyê ragihand ku di mijarên geştûguzarî, mijara ewlekariyê, bazirganî û di mijara Sîriyê de bi taybetî di ya Idlibê de axifîne. Di mijara Idlibê de bê dikarin çi bikin, yek ji mijarên herî girîng bû.

Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan jî ragihand ku di seredana xwe de ji Putin gelek raziye û behsa mijarên tûzrîzmê, bazirganî, avakirina santrala Akkuyu ya nukleerî û projeya Turkakımê kir ku li ser wan bi hûrayî rawestiyane. Di behsa bazirganiyê de hecma bazirganiya navbera her dû dewletan gihaye 26 mîlyar dolarî û sala borî li dora 6 mîlyon geştiyarên Rûsya hatine Tirkiyê.

Erdoğan her weha got ku li ser mijara rakirina vîzeyê disekinin û belkî ev mijar di sala pêşiya me de çareser bibe.