Ji Kremlînê daxuyaniya naveroka hevdîtina 5ê Tebaxê ya Erdogan û Pûtîn
02 tebax 2022 22:46
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, li ser naveroka hevdîtina 5 Tebaxê ya çaverêkirî ku li Soçiyê di navbera Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de were kirin, daxuyanî da.
Peskov ragihand ku di hevdîtinê de yek ji mijara sereke korîdora zad û pêkanîna mekanîzmeyên hinardekirina zad e. Herwiha wê mijarê Ukrayna û Sûriyê werin gotûbêjkirin ku hevdîtin ji bo danûstandina bîr û ramanan derfetek e.
Li aliyê din tê gotin ku wê mijara operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê jî were rojeva hevdîtina Erdogan û Pûtîn ku beriya niha Rûsya helwesta xwe dijî operasyonê nîşan dabû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Nivîsgeha Sûdanî daxuyaniya naveroka civîna ligel Nêçîrvan Barzanî
13 rbn 2025
Jiyan
Ji Kremlînê daxuyaniya li ser 'Hevdîtina Erdogan û Esad'
24 mjd 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin