Putin bo balafira ket peyama sersaxiyê bo Erdogan sand

15 tebax 2021 01:03
Putin bo balafira ket peyama sersaxiyê bo Erdogan sand

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi sedema balafira li Maraşê ket, peyama sersaxiyê bo serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan şand. Li gor ragihandina Kremlînê Putin ji Erdoğan re brûskeka sersaxiyê şandiye. Putin gotiye ku Rûs û Tirk bi hevre têkoşînê li hemberê şewatên daristanan didin û weha dewam kiriye:

“Êşa candayiyên me, me digihîne hev. Ji kerema xwe destek û xemgîniya min bigihîne malbat û dostên candadiyan. Di vê dema wan ya zor de, bo wan cesaret û sebrê dixwazim.”

Putin her weha di sersaxiyê daye malbatên leşkerên Rûs yên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û bo xweşkirina dilê wan fermanê daye.

Di 14 ê tebaxê de balafira vemirandina agir ya ku rêvebiriya daristanan ya Tirkiyê ji Rûsyayê kirê kiribû, li bajarê Maraşê di dema avê reşandibû ser ciyê şewatê û bihewa ketibû, li çiya ketibû û tê de 3 Tirk û 5 leşkerên Rûs jiyana xwe dabûn.