Erdogan di rêya telefonê de sersaxiyê da Putin

23 adar 2024 21:45
Erdogan di rêya telefonê de sersaxiyê da Putin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser qewimandina Moskovayê ya êrîşa ser salona konserê telefon da serokê Rûsyayê Putin û jê re sersaxiyê xwest.

Erdoğan, êrîşê bi tundî şermezar kir, ji bo xelkê Rûsyayê sersaxî û sebrê xwest. Erdoğan ragihand ku bûyer nîşan dide, divê ji bo krîzên herêmê zûtir bi aştiyane çareser bibin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan her weha got ku Tirkiye amade ye li hemberê her cûre terorê bi Rûsya re hevkariya xwe bike.