Kim Jong-Un peyama sersaxiyê da Putin
PeyamaKurd - Serokdewletê Koreya Bakur Kim Jong-Un ji ber hêrişa terorî ya li paytexta Rûsya Moskowêli salona konsertê ya li Moskowayê ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re peyama sersaxiyê şand.
Kim, ji malbatên qurbaniyên hêrişê û Pûtîn re sersaxî xwest û diyar kir ku Koreya Bakur li hemberî her cure kiryarên terorî helwesteke bi biryar nîşan dide û got ku tu tişt nikare kiryarên terorî rewa bike.
Kim got, "Gelê me ew bextreşî û xemgîniya ku gelê Rûsyayê yê dost dîtiye wek êşa xwe dibîne" û wiha dewam kir: "Em ji bo yekîtiya xwe ya civakî û siyasî, her wiha ji bo parastina welatê xwe û serweriya xwe bi gelê Rûsyayê re hevgir in.
Serokdewletê Koreya Bakur herwiha got ku ew hêvîdar in gelê Rûsyayê di zûtirîn demê de birînên hêrişa terorî derman bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin