Pûtîn bi Esed re li ser amadekariyên hilbijartinên seroktiyê axivî

27 nîsan 2021 00:01
Pûtîn bi Esed re li ser amadekariyên hilbijartinên seroktiyê axivî

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Kremlîn ragihand ku Pûtîn û Esed li ser mijarên hilbijartinên seroktiyê yên Sûriyê û dabînkirina derziya Covid-19 axivî ne.

Herwiha hat diyarkirin ku li ser amadekariyên hilbijartinên seroktiyê yên Sûriyê ku biryare meha Gulanê werin encamdan jî Pûtîn hatiye agahdar kirin.