Rejîma Esed 26ê Gulanê hilbijartinên seroktiyê pêk tîne
19 nîsan 2021 03:00
PeyamaKurd - Parlamentoya rejîma Sûriyê ragihand ku hilbijartinên seroktiyê 26ê Gulana 2021ê têne lidarxistin.
Serokê Parlamentoya Sûriyê Hemude Sebax ragihand ku kesên dixwazin bibin namzed divê belgeyên xwe ji roja 19.04.2021ê heta roja 28.04.2021ê pêşkeş bikin.
Hemude Sebax da xuyakirin, roja 20.05.2021ê wek roja dengdana hemwelatiyên Sûriyê ya li derveyî welat û roja 26.05.2021 jî wek roja dengdana hemwelatiyên navxwe yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye.
Beşar Esed roja 17.07.2000ê piştî koça dawî ya bavê xwe Hafiz Esed bûye serokê rejîma Sûriyê û heta niha di sê hilbijartinên serokatiyê de dibe serok.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pûtîn bi Esed re li ser amadekariyên hilbijartinên seroktiyê axivî
26 nsn 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin