Amadekariyên lûtkeya Trump û Pûtîn didomin

13 rêbendan 2025 12:01
Amadekariyên lûtkeya Trump û Pûtîn didomin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê hilbijartiyê Serokatiya DYAyê Donald Trump Mike Waltz diyar kir ku amadekariyên lûtkeya Serokê bê yê DYAyê Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin didomin.

Mike Waltz êvara Yekşemê, di daxuyaniyeke çapemeniye de di derbarê amadekariyên vegera ser postê serokatiya DYA yên Donald Trump de agahiyan parve kir.

got ku amadekarî ji bo hevdîtina Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tên kirin.

Daxuyaniyên Waltz di demekê wisa de hatin ku berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov roja Înê diyar kiribû ku Dewletên Yekbûyî heya niha bi fermî daxwaza hevdîtinê nekiriye û gotibû "Bêguman pêwîst e ku meriv li bendê bimîne heya ku Trump dest bi erka xwe bike."

Bidawîkirina şerê li Ûkraynayê, yek ji sozên sereke yên Donald Trump bû.

Di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de Trump bi rik destnîşan dikir ku ew ê rojekê şerê li Ûkraynayê biqedîne û rexne li Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky dikir ku gelek caran ji welatên Ewropa û DYAyê zêde daxwaza alîkariyên leşkerî û aborî dike.

Her çend Trump nexşerêyek zelal ji bo aştiyê diyar nekiribe jî, raporên medyayê diyar dikin ku tîma wî li eniya şer agirbestek dirame.

Li gorî rojnameya Russia Todayê, danûstandinên di navbera Moskow û Washingtonê de, di bihara 2022’an de têk çûbûn û her du aliyan hevûdû bi daxwazên nerealîst tawanbar kiribûn.

Li gorî Putin, Ûkraynayê hin şert û mercên Rûsyayê qebûl kiribûn, lê piştre ji nişkve ji diyalogê vekişiyabû