Putîn 26 milyar dolar ji bo 'lêgerîna nemiriyê' xerc kiriye

30 gulan 2026 11:04

Projeyên biyoteknolojiyê yên ku armanca wan dirêjkirina temenê mirovan e û bi piştgiriya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tên meşandin, bala raya giştî ya navneteweyî dikişînin. Tê ragihandin ku bi milyaran dolar ji bo lêkolînên wekî terapiyên genan, hilberandina organan di şert û mercên laboratuwarê de, û pêşxistina şaneyên zindî bi bikaranîna çapkerên biyolojîk ên 3D hatiye veqetandin.

Putîn 26 milyar dolar ji bo 'lêgerîna nemiriyê' xerc kiriye

RûpelNews - Rayedarên Rûsî diparêzin ku lêkolînên bi armanca hêdîkirina pîrbûnê di bin bernameya 'Teknolojiyên Nû yên Parastina Tenduristiyê' de berdewam dikin û ev lêkolîn dikarin tevkariyên girîng li qada tenduristiyê bikin.

Civaka zanistî ya navneteweyî xwedî nêrînên cuda ne

Di vê navberê de, di nav civaka zanistî ya navneteweyî de derbarê projeyan de nêrînên cuda hene. Digel ku hin pispor potansiyela lêkolînê radixin ber çavan, yên din tekez dikin ku divê encam ji hêla weşanên zanistî yên serbixwe û ji aliyê hevalan ve hatine nirxandin ve werin piştgirî kirin.

Bi salan e tê nîqaşkirin

Her çend eleqeya Serok Putîn a ji bo tenduristî û dirêjiya temenê ev gelek sal in mijara nîqaşên giştî be jî, tê payîn ku di salên pêş de encamên berbiçav ên veberhênanên Rûsyayê yên di vî warî de derkevin holê. Li gorî zanyariyên heta niha ji bo vê projeyê 26 milyar dolar hatiy herckirin.