Proseya dengdanê ji bo diyarkirina 51 Endamên Komîteya Navendî ya PDKê destpê kir
05 mijdar 2022 19:58
PeyamaKurd – Proseya dengdanê ji bo diyarkirina 51 Endamên Komîteya Navendî ya PDKê, îro di Sêyem Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Dihokê de destpê kir.
Li gor zanyariyan, di heman çarçoveyê de Serok Barzanî weke yekem kes dengê xwe ji bo hilbijartina Endamên Komîteya Navendî avêt nav sindoqê.
Herwiha weke tê zanîn di duyem roja kongreyê de biryar hatibû dayîn ku civata Serkirdatî nemîne û di şûna wê de komîteya navendî were avakirin ku ji 51 endamên eslî û 9 endamên yedek pêk tê.
Bi biryara Serok Barzanî, do jî 10 endamên vê komîteyê hatibûn diyarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Rojhilata Navîn
CENTCOM: 25 endamên DAIŞê hatin girtin û kuştin
30 brf 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin