HILBIJARTIN-TIRKIYE | Proseya dengdanê dest pê kir: Zêdetirî 60 milyon dengdêr diçin ser sindoqan
PeyamaKurd - Dengdaba bo hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê yên Tirkiyê îro 14ê Gulanê li saet 08:00 dest pê kir. Hilbijartin li 973 navçeyên 81 bajaran li ser zêdetirî 191 hezar sindoqên demgdanê birêve diçin.
Ji bo hilbijartinên serokomar û 600 parlamenteran, dê 60 milyon û 697 hezar û 843 welatî bikarin dengên xwe bikar bînin. Proseya dengdanê ji demjimer 08:00 heta 17:00 dewam dike.
Di çarçoveya qedexeyên hişbijartinê de, dê derbarê encaman de ti zanyarî heta demjimêr 21:00ê di dezgehên ragihandinê de neyên belavkirin.
Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) heger biryareke nû nede, dê heta demjimêr 21:00ê agahiyên derbarê encaman de neyên belavkirin.
Di hilbijartinên Tirkiyê de ji bo serokomariyê Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu û Sinan Ogan di pêşbirkê de ne. Ji bo hilbijartina serokomar pêwîste di gera yekemîn de namzedek herî kêm ji sedî 50+1ê dengan bistîne.
Ji bo parlamentoyê jî digel 36 partiyan 4 hevpeymanên hilbijartinê yên bi navên; Tifaqa Cumhur, Tifaqa Milet, Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Ata dikevin hilbijartinê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin