Proseya Dengdanê Dest pê kir | Kurdên Stenbolê qedera hilbijartinê diyar dikin
PeyamaKurd – Li bajarê herî mezin ê Tirkiye Stenbolê ku hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an hatibûn betalkirin û îro 23yê Hezîranê têne dubarekirin, proseya dengdanê li demjimêr 8:00ê beyaniyê destpê kir.
Di hilbijartinên şaredariya mezin a Stenbolê de namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu û namzedê AKPê Binalî Yildirim hevrikiyê dikin.
Çavê her kesî li ser dengên Kurdên Stenbolê ye ku bi hejmara xwe ya milyonan qeder û encama hilbijartinê diyar dikin.
Hem CHP hem jî AKPê ji bo dengên Kurdên Stenbolê bistînin, kampanyayên cuda cuda meşandin.
Di hilbijartinê de 10 milyon û 560 hezar û 963 dengdêr, li 39 navçeyan di 31 hezar û 342 sindoqan de dengê xwe bikar tînin û porseya dengdanê heta demjimêr 17:00 dewam dike.
Li gorî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) piştî saet 21.00ê dê qedexeyên li ser weşanên bo hilbijartinê rabin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin