‘Projeya vegera Pêsmergeyên Roj heye’
PeyamaKurd - Endamê şanda Desteya Danûstandinkar a Opozîsyona Sûriyê û Endamê Emîndariya Giştî ya Teyar El-Xed “Şepêla Pêşeroj” a Sûriyê Qasim El-Xetîb got, projeya vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê heye.
El-Xetîb ji televizyona K24 a Kurdistanê re ragihand ku hêzeke Leşkerî ji 8 hezar serbazan pêk tê û ji rêjîma Sûriyê cuda bûne û li Herêma Kurdistanê ser bi Pêşmergeyên Kurdistanê hatine rahênankirin heye û got, “Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, em dixwazin ew hêz bi hevbeşî bibe alternatîf û parastina deverê bike.”
El Xetîb destnîşan kir, ji bo pêkanîna wê projeyê, pêwendiyên wan bi Wezareta Derve û Berevaniyê ya Amerîka re hene û Amerîkiyan ji wan re gotine, dê biryara vekişandina hêzên Amerîkî li ser çend qonaxan bicih bibe û bernameya vegera Pêşmergeyên Roj heye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin