Bogdanov: Mijara vegera Pêsmergeyên Roj di bernameyê de heye
PeyamaKurd - Îro Pênşemê (30.01.2020) li bajarê Hewlêrê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov li gel şandeyekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê civiya.
Di civînê de cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Pêwîs e hemû hêzên kurd li Sûriyê yekrêz û hemaheng bin û divê çareseriyekî pêwîst bo rewşa niha ya Sûriyê bê dîtin.’’
‘Em piştevaniyê li mafê kurdan li Sûriyê dikin’
Boganov got, em piştevaniyê li mafê kurdan li Sûriyê dikin û em gefan li ti aliyekî naxwin û pêwîst e hêzên kurd ên Sûriyê li gel aliyên Sûriyê bicivin û guftûgo bikin.
Serokê nûnertiya ENKSê li herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji got: ‘’Îro li balyozxaneya Rûsyayê ya li Hewlêrê şandeyekî ENKSê bi nûnertiya komîteya peyvendiyên derve Kameran Haco, Îbrahîm Biro û Dr. Îsmaîl Hesaf, li gel nûnerê taybet ê Rûsyayê û cîgirê wezîrê derve Mikhail Bogdanov li ser pirsa Sûriyê û xitimandina li Sûriyê û navçeyê û mafên kurdan di pêşeroja Sûriyê de gotûbêj kir.’’
‘Civîn li ser daxwaza Rûsyayê pêk hat’
Nûnerê Serokê Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: ‘’Li ser daxwaza Rûsyayê daxwaz hatiye kirin ew civîn bê kirin û pêşwexte paketa taybet me li ser çareseriya pirsa kurd li Sûriyê heye, lê em bendê ne ka Rûsya çi projeyek wê heye.’’
Herwiha Mihaîl Boganovî got vegera Pêşmergeyên Roj di bernameyê de heye, ‘’Eger pirsa leşkerî hate holê, mijara vegera Pêşmergeyên Roj di bernameyê de heye.’’

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin