Pompeo: “Wê dorpêçên nû bo wezareta bergiriyê ya Îranê bên danîn”
22 îlon 2020 01:31
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro ragihand ku wê dorpêçên nû bo ser wezareta bergiriyê ya Îranê deynin. Her weha wê dorpêçan deynin ser yekîneyên leşkerî yên bi wezretê re pêwendîdarin. Pompeo her weha hişyariyê da welatên ku dixwazin bi Îranê re bazirganiya sîlihan bikin û weha got:
“Eger hun ambargoya ser Îranê bişkênin hun ê bikevin nav talûka dorpêçan.”
Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin jî ragihand ku wê dorpêçên nû, bandorê li ser xebatên Ajansa Enerjiyê ya Atomê ya Îranê bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Pompeo daxuyaniya sepandina dorpêçên ser Îranê
20 îln 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin