Pompeo: Ez dixwazim biçim Îranê lê Tehranê seredana min red kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo derbarê nakokiya Amerîkayê bi Îranê re axivî û diyar kir ku Îranê daxwaza serdana wî bo Tehranê red kiriye.
Mike Pompe da zanîn, ku wî daxwaz kiriye ku seredana Tehranê bike, lê belê hikûmeta wî welatî ev serdan red kiriye.
Pompeo di vê barê de dibêje, “Ji ber ku ez dê xeletiyên Xamaneyî nîşan bidim, Îran nahêle ez seredana wan bikim. Divê rêyên diyalogê bêne aktîfkirin.”
Wezîrê Amerîkî Pompeo demek berê jî ragihandibû eger pêwîst bike ew dikare biçe Tehranê. Ji aliyê din ve wî diyar kiribû ku ji bo bangî gelê Îranê bike amadeye derkeve televîzyonê jî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin