Pompeo êrîsa Bexdayê bi tundî sermezar kir û bal kisand ser Îranê

21 berfanbar 2020 19:33
Pompeo êrîsa Bexdayê bi tundî sermezar kir û bal kisand ser Îranê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, êrîşa moşekî ya şevê din li Bexdayê bi ser Balyozxaneya Amerîkayê de hat kirin, bi tundî şermezar kir û got, êrîş ji aliyê milîsên bi piştevaniya Îranê hatiye kirin.

Pompeo li ser medya civakî da xuyakirin, “Ew (milîsên îranî) li pêşiya aştî û aramiya Iraqê astenga herî mezin in.”

Pompeo got: “Milîsên piştgiriyê ji Îranê distînin, li Bexdayê careke din bi eşkereyî û harbûnî êrîş kirin û sivîlên iraqî birîndar kirin.”

Wezîrê Amerîkî herwiha da zanîn ku di êrîşê de ti karmendekî balyozxaneyê birîndar nebûye, lê herî kêm sivîlek birîndar bûye û ziyana madî çêbûye.

Şeva borî 20ê Kanûnê bi 8 moşekan êrîşek li dijî Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê hatibû kirin û sîstemên berevaniya asmanî yên Balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê rêgirî li wê êrîşê kiribûn.