Serok Barzanî êrîsa Bexdayê bi tundî sermezar kir: Teror dijminê hevbes ê hemû aliyan e!
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi tundî teqînên Bexdayê şermezar kir û got: “Ji bo jinavbirin û rîşekêşana terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e.”
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve, îro di encama du teqînên terorîstî de li bajarê Bexdayê, hejmareke mezin ji welatiyên bêtewan şehîd û birîndar bûn. Ji bilî ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbatên şehîd û qurbaniyên wan bûyeran dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.”
Serok Barzanî destnîşan kir, “Teror li dijî asûdeyî û aramiyê ye û û dijminê hevbeş ê hemû alîyan e û ji bo jinavbirin û rîşekêşana terorê, hevkariya berdewam a hemû aliyan pêwîst e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin