Nêçîrvan Barzanî êrîsa terorî ya li Bexdayê bi tundî sermezar kir

20 tîrmeh 2021 13:59
Nêçîrvan Barzanî êrîsa terorî ya li Bexdayê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistsanê Nêçîrvan Barzanî, bi daxuyaniyekê êrîşa terorî ya li Bexdayê ya tê de bi dehan welatî bûn qurbanî, bi tundî şermezar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê sersax arasteyî malbatên qurbaniyan kir diyar kir: “Sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikim û hevbeşê xema wan im, hêviya başbûna bilez ji birîndaran re dixwazim. Xwedê mezin giyanê şehîdan bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbatên wan.” 

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê amade ne her hevkariyeke bijîşkî ya pêwîst pêşkêş bikin û pêşwazî li birîndaran bikin.

Şeva borî li bazareke devera Sedir a Bexdayê teqînek çêbû, li gor zanyariyên destpêkê, 36 kesan can dan ku ji wan 2 kes zarok in û bi dehan kes jî birîndar bûn.