Pompeo bang li dewletên cîhanê kir: Hizbullahê bixin lîsteya terorê!
PeyamaKurd - Piştî ku Brîtanyayê Hizbullaha Lubnanê xist lîsteya terorê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bang li dewletên cîhanê kir ku Hizbullahê weke rêxistineke terorîst bi nav bikin.
Pompeo li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got:
“Bi derbasbûna 5 salan li ser koça dawî ya dozgerê Arjentînî Albêrto Nîsman, ku kedeke wî ya mezin ji bo radestkirina gunehkaran bo dadweriyê hebû, em bang li hemû dewletan dikin ku Hizbullah weke rêxistineke terorîst bi nav bikin”.
Hêjayî bibîrxistinê ye, desthilatdariya Arjantînê di 18ê Tîrmeha 2019an de fermana cemidandina pereyên Hizbullahê dabû û ew wekî rêxistina terorîst bi nav kiribû.
Beriya niha bi demekê Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrellah bi daxuyaniyên xwe bêrêzî li Serok Mesûd Barzanî jî kiribû û rastî bertekên tund ên rayedarên herêma Kurdistanê hatibû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin