Serokwezîr Barzanî ji bo Kurdistaniyan bang li cîhanê kir

07 nîsan 2026 09:07

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku armancgirtina sivîlan sûcê şer e. Barzanî tekez kir ku divê êrîşên li ser Kurdistaniyan yên ku li ser îdiayên bêbingeh in, bêne rawestandin.

Serokwezîr Barzanî ji bo Kurdistaniyan bang li cîhanê kir

RûpelNews - Serokwezîr Barzanî, derbarê êrişa li ser sivîlan û şehîdkirina Pêşmerge û sivîlan bertek nîşan da.

Barzanî, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê bûyerê de peyamek ragihand û wiha got:
"Bi xemgînî min bihîst ku Pêşmergeyek û malbata wî di êrîşeke dronê de li ser mala wî ya li Hewlêrê şehîd ketine.

Em bi her awayî vê tawana qirêj şermezar dikin. Armancgirtina xelkê sivîl û malên welatiyan tawana cengê ye. Armancgirtina sivîlan û malên wan sûcekî şer e. Ev êrîş li ser gelê bêguneh ê Kurdistanê ne.

Bangewaziya me ji tevahiya cîhanê re ev e: divê zordestiya ku li ser gelê Kurdistanê tê kirin bi dawî bibe, û divê em nehêlin ku ew di bin hincetên derewîn de rastî êrişan bimînin."

Li gorî zanyariyan, şeva borî dronek li gundê Zergezewiyê yê devera Ziraretiyê (Hewlêr) li maleke sivîlan ket û Mijde û hevjînê wê Mûsa Zirarî şehîd ketin.