Polonya ji Tirkiyê 24 balafirên bêmirov dikire
PeyamaKurd – Dewletekî endamê NATO yê cara yekê ye ku ji Tirkiyê balafira bêmirov ya bi navê Bayraktar TB2 S/IHA dê bikire. Wê di balafiran de muhîmmatên şîrketa dewleta Tirkiyê yên Roketsanê bên bikaranîn.
Gelek dewlet ji Tirkiyê balafirên bêmirov kiriye û niha dilê Polonyayê heye ji Tirkiyê 4 fîlo an ku 24 heb Bayraktar TB2 S/İHA bikire. Wezareta karên bergiriyê yê Polonyayê Blaszczak di ser hesabê xwe yê fermî dewletê de hûrahiya kirîna İHA yan ragihand.
Teslîmata 24 heb Bayraktar TB2 S/İHA yan dê di sala 2022 an de çêbibe. Polonya ragihand ku SİHA bi muhîmmatên antî-tank (ROKETSAN/MAM-L) re teslîm bên sitendin.
Roja sêşemê dê serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda di dema seredana xwe ya Tirkiyê de peymanê îmze bike.
Tirkiye berê SİHA yan firotibû Qatar, Ûkrayna û Azerbeycanê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin