Polonya 32 heb balafirên F-35 dikire

01 sibat 2020 01:57
Polonya 32 heb balafirên F-35 dikire

PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi nivîskî peyamekî da çapemeniyê û tê de got:

“Di çarçoveya bernama leşkerî ya firotinên derve de ku ji aliyê wezareta me de tê kontrolkirin,biryara dewleta Polonyayê ya ku bi bihayê 4,6 mîlyar dolarî dixwaze 32 balafirên F-35A II bikire,ji aliyê me de bi memnuniyet hatiye qebûl kirin.”

Di beyanê de ku serokê Polonyayê Andrzec Duda û serokwezîrê hukumeta Polonyayê  Mateusz Morawiecki bi hukumeta Polonyayê ve di dinyayê de wê balafira herî pêşkeftî bikirin û hêza xwe ya leşkerî bipêşde bibin. Beyan weha dewam dike:

“Bi hevkarê me yê NATO yê bi Polonya re demeke dirêje ku em dixwazin hevkariya stratejik bipêş bixin û em bendene kul i ser vê projeya F-35 an bixebitin.”

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo  jî hema heman beyanê da û memnûniyeta xwe ya bo kirîna balafirên F-35 ji aliyê Polonyayê de anî ziman. Lê behs heye k udi balafiran de li dora 16 xetayên hilberînê hene û berya her tiştî divê ev mijar çareser bibe.