Polîsan li Enqerê îskence li ciwanên Kurd kir

01 tebax 2024 21:37
Polîsan li Enqerê îskence li ciwanên Kurd kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku zarokek 2 ciwanîn nûgihayî yên Kurd dema li bajarê Enqere yê Tirkiyê bi otomobîla bavê xwe diçûn ji aliyê polîsan ve ji ber reviyane hatine gulebarankirin. Di bûyera ku li Taxa Huseyin Gazî ya Enqereyê rû daye de, polîsan paşê ew zarok girtine û îşkence li wan kiriye.

Li gorî nûçeya Rûdawê,  di bûyera ku 30yê Tîrmehê rû daye de ciwanê bi navê M.M wiha behsa bûyerê dike: “Min û birayê xwe Elî me xwest em bi otomobîla bavê xwe li nava taxa xwe hinekî bigerin. Em hinekî ji malê dûr ketin, me polîs ditîn wan xwest me bisekînin ji ber ku ehlîyeta me nebû em tirsiyan û em revîyan. Polîs ketin dû me, wan destpêkê kevirek li cama otomobîla me xist dû re gule berdan me û guleyek di pişta guhê min re derbas bû. Em reviyane mala xwe û em hatin ber deriyê malê, polîsan li wir em girtin. Wan li min û birayê min Elî û li birayê min ê biçûk Hemze xist. Ez 17 salî me, Elî 16 salî ye û Hemze 6 salî ye. Polîsan li me xist, nêzîkî 20 polîs hatine ber deriyê me, ez kelemçe kirim û ez birim navenda asayîşê wan li wir jî şkence li min kir.”

Zarokên ku îşkence li wan hatiye kirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan dan û ji saziyên mafê mirovan daxwaza alîkariyê kirin.