Leskerên Tirkiyê 4 ciwanên Kurd bi tundî îskence kirin

03 gulan 2022 15:39
Leskerên Tirkiyê 4 ciwanên Kurd bi tundî îskence kirin

PeyamaKurd – Li gundewarê bajarê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, 4 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve bi tundî hatin îşkencekirin.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê diyar kir, li gundewarê bajarê Dirbêsiyê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, leşkerên pasevanên sînor ên Tirkiyê, 4 ciwanan li aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê girtin û bi dar û keblan dane ber lêdaneke tund.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê da zanîn, 4 ciwanên ku hewl dabûn ji Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê rastî îşkencekeya tund hatine û piştî îşkenceyê, ew bi rewşeke xerab avêtine aliyê Rojavayê Kurdistanê.