Plana qirêj a Esed derket holê: Çand û zimanê Kurdî xiyanet e...
PeyamaKurd – Navenda Dadwerî û Hesabdanê ya li Washingtonê (SJAC) 5 hezar belgeyên artêş û hêzên ewlekariya Sûriyê belav kir.
Di belgeyeke du pelî ya rejîma Esed de, çand û zimanê Kurdî wekî xeteriyeke li dijî yekparçebûna Sûriyê tê dîtin û di beşa li ser çanda Kurdî ya li Sûriyê de jî jiyandina çand û zimanê Kurdî wekî xiyanet tê binavkirin.
Herwiha rejîma Esed di otomobîlan de guhdarkirina muzîka Kurdî jî wekî sedema cezakirinê dibîne û dixwa bên cezakirin.
Di rapora SJACê ya 53 rûpelan a ku ji nav 5 hezar belgeyan hatiye amadekirin de, tê gotin ku li gorî belgeyan hêzên Kurdî û HSD di hedefa rejîma Sûriyê de têne nîşandan.
Di nav wan belgeyan de 25 rûpel yekser li ser fişara bo Kurdan hatine nivîsandin ku di rûpeleke rapora SJACê de jî planên tirsandinê yên hikûmeta Sûriyê li dijî Kurdan hatine belavkirin.
Li gorî SJACê gelekî kêm behsa kêmîneyên Sûriyê yên ji xeynî Kurdan tê kirin ku sedemên wê jî ev in:
- Serjimariya Kurdan ji kêmîneyên din zêdetir e.
- Xebatên siyasî yên Kurdan xwedî rabirduyeke demdirêj in.
Di belgeyên heyamên borî de, nehiştina pîrozkirina Newroza 2010an û Cejna Karkeran tê xwestin û gefên li Kurdan hatine kirin têne rêzkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin